Diyarbekir ji bernameya Wîladeta Pîroz a mezin re amade ye

Amadehiyên bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê li Diyarbekirê ji teref Koordînatortiya Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve were lidarxistin qediya.

Amadehiyên bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê li Diyarbekirê ji teref Koordînatortiya Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)” di saet 13.00an de dest pê bike qediya.

Bernameya ku dê di saet 13.00an de dest pê bike wek zindî di weşanê de bibe

Agahiyên freqansa weşana zindî ya bernameya Wîladeta Pîroz a Diyarbekirê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve dê were lidarxistin wiha hat diyarkirin:

HURGILIYÊN TURKSATê

Satellîte: TURKSAT 3A

Down Lînk: 11068  Mhz  Horîzontal

S. Rate: 2222

Fec: 5/6

Tê hevîkirin ku dê ji herderên Tirkiyê û ji erdnîgarên dinyayê însan beşdarê bernameya ku dê Rehber û Kudus TV wek zindî weşana wê parve bikin bibin.


Rêza tertîpkirina bernameyê wiha hat diyarkirin:

-Bibîranîn û dawet

-Tîlaweta Qurana Pîroz (Hafiz M.Emîn Çîçek)

-Gotina îlahiyan a Koma Zarokên Qîz a Qoserê

-Xwendina Mewlûda Şerîf

-Xwendina peyama Wîladeta Pêxember

-Aheng

- Axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad'ul Ulema Mehmet Beşir Şimşek

-Xwendina helbestan a bernamegerê Rehber TV yê Yunus Emiroglu

-Ahengên hunermendên Ozlem Ajansê

-Axavtina Serokê Vakfa Lêkolîna Siyerê Muhammed Emîn Yildirim

-Diaya bidawîbûna bernamê ya ku dê Îmam Xatîbê Mizgefta Mezin ê Diyarbekirê Osman Yagmur bike (ÎLKHA)






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe