Diyarbekirî xwestin ku cihê qebra Şêx Seîd bê eşkerekirin

Welatiyên ku li Diyarbekirê beşdarî bernameya bîranînê yê Şêx Seîd bûn ji venegotina cihê meqbera Şêx Seîd re bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku cihêmeqebera Şêx Seîd bê vegotin.

Di 92emîn salvegera şehadeta xwe de  Şex Seîd û 46 hevalên wî yên ku hatibû şehîdkirin ji teref Cemiyeta Mustezafan ve di bergeha ‘Bernameya Bîranîn û Fêmkirinê ya Mezlûmên Cîhanê’ de hatin yadkirin. Welatiyên ku li Diyarbekirê beşdarî bernameya bîranînê yê Şêx Seîd bûn ji venegotina cihê meqbera Şêx Seîd re bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku cihê  meqebera Şêx Seîd bê vegotin.

Diyarbekiriyên ku beşdarî bernameya bîranînê bûn di derheqê mijarê de diyar kirin çawa ku cihê meqbera Atif Xocayê Îskîlbî hatiye eşkerekirin bila bi heman awayî cihê meqberên Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û Seyyîd Riza jî  bê eşkerekirin.

Kesên bi navê Hiseyn Fîlîz, Zehra Nûr Kaya, Bîrgul  Eroglu, Remezan Bozdaş, Çîçek û Nesîbe Aytîz ên ku beşdarî bernameya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî bûn xwestin ku cihê qebra Şêx Seîd bê eşkerekirin û di derbarê mijarê de wiha axivîn: “ Şêx Seîd ji bo Îslamê micadele kir, doza wî ya Xweda û şerîata Resûlullah bû. Heta ku qeweta wî hebû xebitî û micadele kir. Li gor Qur’an û sunnetê jiya. Ji ber vê yekê kafir û zalim wî daleqandin. Em ji temamê xortan dixwazin bila riya wî teqîb bikin.”(ÎLKHA)
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe