Diyarbekirîji afîşên reklamê yên mustehcen re bertek nîşan dan

Li Diyarbekira ku wek bajêra Pêxember û sehabiyan tê wesfandinji ber ku afîşên reklamê yên mustehcen bi panoyên rekalmê ve hatine daleqandin xelk ji rewşê re bertek nîşan dan.

Ji teref şîrketa reklamê (KARMA) ve li panoyên reklamê yên li refûj û rawestgehên bajêr ve afîşên reklamê yên mustehcen hatin daleqandin. Li Diyarbekira ku wek bajêra Pêxember û sehabiyan tê wesfandin  ji ber ku ev  afîşên reklamê yên mustehcen bi panoyan  ve hatine daleqandin xelk ji rewşê re bertek nîşan dan  gotin ku ev yek nayê qebûlkirin.

Vedat Turgutê Diyarbekirî di derbarê mijarê de  diyar kir li bajarekî kevnar a mîna Diyarbekirê daleqandina van afîşan xelet e û bi van afîşên mustehcen tê xwestin ber bi pîsîtî û neqenciyê ve bê teşwîqkirin.

 “Ji ser van reklaman dibe gelek tiştên nebaş derkevin holê”

Ugur di berdewama axavtina xwe de diyar kir ‘Ev tşt ji xortên me re bi şikleke nebaş didin mînak’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Malbat û xwehê me tevan heye û ev yek dibe sedema  xwezî û meylê û bi şikleke neyînîn tesîrê li ser wan dihêle. Li bajarekî wisa qedîm bûyîna tiştên wisa xelet e. Ji bo ev yek neqewime ez bang li rayedaran dikim. Lewra dibe ku di dahatûyê de  ji ser van reklaman tiştên nebaş derkevin holê. Ev tiştên wisa tesîreke nebaş li ser civakê dihêle. Reklam xelkê teşwîqî rêya nebaş dikin.”

 “Ev yek hewildanek e da ku xortên ummeta Îslamê asîmîle bibin û şert û mercên Îslamê ji holê rabin”

Kesê bi navê Hîsamî Altintaş jî di derbarê mijarê de diyar kir ev reklamên mustehcen xortan asîmîle dikin û divê pêşîya van bê girtin. Altintaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro ev afîşên mustehcen ne tenê li bajarê me bi heman awayî li temamê bajêr hatine daleqandin. Ev reklamên etekên kin, şort û şalên kot hewildanek in da ku xortên ummeta Îslamê asîmîle bibin û şert û mercên Îslamê ji holê rabin. Qet nebe û îro ger em nikaribin tiştekî bikin divê em di nav malbata xwe de li dijî van tiştan bisekinin û divê em miheqqeq destekê nedin wan.”

Altintaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê pêşiya van bêexlaqiyan bê girtin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “‘Em Misliman in û me bawerî bi Xweda aniye, ji ber ku me îman bi Xwedê aniyê divê em li her derê hewildana hakimkirina hikmên Xwedê bidin.”(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe