Diyarbekiriyan ku di derheqê referandûma 16ê Nîsanê de nêrîn û hestên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên destnîşan kirin bila referandûm bibe wesîleya xêrê. Di hevpeyvîna ku di derheqê referandûmê hat kirin de welatî qala sedema ku ew ê çima bêjin erê yan jî naxêr kirin. Hinek ji wan jî diyar kirin ku ew di derheqê referandûmê de bêqeraran ku kîjan dengê bidin.
Hat dîtin kesên ku dibêjin naxêr ji qewettirbûna birêvebirinê gazinan dikin û kesên ku dibêjin erê jî Tirkiyeke xweştir û bi hizûrtir teleb dikin.
Kesên bi navê Songul Yuruk, Meryem Ademoglu, Sîmge Okur, Faîk Avşîn, û Erhan Eroglu di hevdîtinê de diyar kirin ew ê ji ber ev qas xweşikayiyan, ji bo ku gotina erê bi sûdtir e, ji bo ku dê ji bo milletê baştir bibe û ji bo Tirkiye pêşdetir ve biçe di dengdayînê de bibêjin erê.
Kesên bi navê Halîme Koyuncu, Galîp Yayik, Merve Demîrtaş, Ramazan Aslagaç, Gaffar Kaya û Îhsan Ayvaci jî di derheqê dengdayînê de diyar kirin ew ê ji bo millet û zarokê xwe, ji bo ku ger ku erê derkeve ew ê wan îdam bikin û ji bo welat nekeve destê kesekî dengê naxêr bidin.
Her wiha di hevîdîtina ku hat kirin de hat dîtin ku kesên bi navê Abdullah Bayram, Davut Tekdal, Recep Moray û Salih Başegmez di warê dengdayînê de bêqerar in.(ÎLKHA)