Dîzeyî: PKK hewl dide Kurdistanê jî bike nava wê şerê ku ewbi Tirkîye re dike

Mesûlê Ofîsa Pêwendîyên Derve yê Herêma Kurdistanê Seyfî Dîzeyî derheqê êrîşa ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin û tê de 5 Pêşmerge canê xwe ji dest dan de ji K24 re daxuyanîyek da.

“PKK dixwaze Kurdistanê ber bi şereke ku Kurdistan qet neterefdarê wê ye ve bikşîne”

Dîzeyî di daxuyanîya xwe de êrîşa ku hat kirin bi tundî şermezar kir û dû re wiha got: “Ev êrîşa wan ne ya ewil e û biya min ew ê berdewam jî bike.Lewra niyeta PKK aşkere ye. Ew dixwaze Kurdistanê ber bi şereke ku Kurdistan qet neterefdarê wê ye ve bikşîne û Kurdistanê jî bike nava wê şerê ku ew li bi Tirkîye re dike.Ji vê vê yekê li ser xeta sînor valakirina bi sedan gundan û zêdebûna operasyonan mînak in. Birîna daristanan û temamê geşedanên din bi şikleke menfî tesîr li ser Kurdistanê dihêle.”

Dîzeyî di dawîya daxuyanîya xwe de balan kişand li ser rewşa Şingalê û destnîşan kir, PKK her tim li wê derê probleman derdixe û nahêle ku bi sed hezaran êzîdî vegerên warên xwe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn