Dokû Ûmarov Şehîd Bû

Malpera Kavkaz Centerê (Sentirê) diyar kir ku lîderê Çeçen Dokû Ûmarov hatiye qetilkirin...

Malpera Kavkaz Centerê (Sentirê) diyar kir ku lîderê Çeçen Dokû Ûmarov hatiye qetilkirin û di dewsa wî de Elî Ebû Muhemmed bûye serokê Emîrtiya Qafqasyayê.

Di beyanê de der heqê ku Ûmarov çawa şehîd bûye de tu agahî nehat dayîn. Hat gotin ku Ûmarov ji aliyê îdara Çeçenistan ya qûqlaya Rûsyayê ve hatiye qetilkirin.

Dokû Ûmarov di sala 2006an de bûbû lîderê berxwedarên Çeçen yên ku li ber zulm û îşgala Rûsyayê micadele dikirin.

Li aliyê din ji hêla merivên Şehîd Dokû Ûmarov ve jî hat tesdîqkirin ku Ûmarov di şerê bi Rûsan de hatiye şehîdkirin.

Pey beyanata malpera han, komela Îmkan-Derê ya li Stenbolê daxuyanîyeke medyayî weşand. Di daxuyanî de hat gotin ku di herba yekem ya Çeçen û Rûs de, Dokû Ûmarov ji aliyê şehîd Cevher Dûdayev ve bi xelata qehremanê xelkê hatiye xelatkirin. Her wiha pey şehadeta Zelîmhan Yandarbiyev, Aslan Meşedov û Ebdulhelîm Sadûllayevê bûye serokdewlet û lîderê micahîdên Qafqasyayê.

Hat gotin ku wê ji bo şehîd Dokû Ûmarov, di 21ê Adarê de pey nimêja înê di serî de li camiya Fatîhê, li Tirkiyê li gelek bajaran nimêja cinazeyê ya ğiyabî bê edakirin

BANGAHEQ

Xeberên Kurdi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar