Doza Cemal Temîzöz

Sercerdevan û Serekê Kevn Yê Belediya Cizîrî Kamîl Atağ, Hat Tahliye Kirin

 Doza Cemal Temîzoz ya cînayetên ku failên wan meçhûl in, li Diyarbekir tê dîtin. Mehkemê di dozê de Kamîl Atağê sercerdevan û serekê kevn yê belediya Cizîrê tahliye kir.

Di dosyê de tê gotin ku albay Cemal Temîzoz, di navbera salên 1993 û 1995an de li Cizîrê rêxistinek û orgutekê cinayetê saz kiriye. Kamîl Atağ jî, mensûbê vê orgutê ye û di kuştina Ramazan Uykur, Ebdurrehman Akyol, İhsan Arslan, Beşîr Bayar, Ebdurrezak Bînbet, Îzzet Padir û Ebdullah Ozdemîr de, dihat sûcdar kirin û ji ber van sûcan, ji teref sewcî ve jê re 7 muebbet dihat xwestin. Digel heft car muebbet jê re dihat xwestin jî, mehkemê Kamîl Atağ tehliye kir.

Her wiha mehkemê ji bo bersûcên din albay Cemal Temîzoz, Adem Yakin, Hidir Altûğ,  Ebdulhekîm Guven û Burhanettîn Kiyak jî, qirara dewamiya mehkemê da.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin