Doza Ergenekonê

65 Telebên Tehliyê Hatin Red Kirin

 273 bersûcên Doza Ergenekonê, ji sûcê avakirina orguta terorê ya çekdar, teşebbusa kirina derbeyê tê sûcdar kirin. Di nav wan de serekê sererkaniyê kevn Îlker Başbûğ, generalên teqawîd Hûrşît Tolon û Hasan İğsiz, Mehmet Haberal, Mûstafa Balbay, Tûncay Ozkan, Doğû Perînçek, Velî Kuçuk jî hene.

Do celseya 210an ya doza Ergenekonê hat kirin. Başbûğ, Perînçek, Haberal, Balbay, Tûncay Ozkan û Velî Kuçuk jî tê de, teleba tehliyê yên 65 bersûcan hat red kirin. Hayrettîn Ertekin, Muzaffer Şenocak û Bora Balli jî tehliye bûn. Ji bo redkirina teleba tehliyê jî, delîlên xurt hatin nîşandan.

Li ser redkirina teleba tehliyê, serokê partiya CHPê Kemal Kiliçdaroğlû tepkî nîşanda û wiha got “Me gelek cara gotibû ku wê li Sîlîvriya qempa komkirinê, edalet neyê kirin. Li wir hakimên îktîdarê hene, hakimên xelkê tune ne. Li wir hakimên ku rêz û hurmetê didin îrada mîllî tune ne.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin