Doza kumpasê ya ku li dijî birêvebirên STKyên Îslamî hatibû vekirin hat taloqkirin

STENBOL - Doza kumpasê ya ku li dijî birêvebirên STKyên Îslamî û li dijî endamên medya-çapameniyê hatibû vekirin taloqî 13ê Nîsanê hat kirin.

Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Seîd Şahîn, Birêvebirê Giştî yê Rehber TVyê Fîkret Gultekîn, Koordînatorê Marmarayê yê Platforma Evîndarên Pêxember Cengîz Kurtaran, Lêkolînar-Nivîskar Mehmet Alî Gonul, Remezan Suna û Hasan Aydin beşdarî doza ku hat dîtin bûn.

Serokê heyeta mehkemê mecbûrîyeta beşdarbûna mexdûran û hatina bersivekê ji mehkemeyeke din rakir û dozê taloqî 13ê Nîsana 2017an kir.

Hakim û dozgerê dozê ji FETO hatin girtin

Di 28ê Çileya 2011an de li Stenbolê di wextê nimêja şeveqê de ji teref polêsan ve di ser gelek mal, STKyên Îslamî, sazîyên medya-çapemeniyê de hatibûn girtin û di serdegirtinan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 19 kesan 12 kes ji teref mehkemê ve piştî standina îfadê hatibûn serbestberdan û 6 kesên ku di derheqê wan de qerara girtîbûnê hebûn piştî 9 mehan ji teref mehkemê ve hatibûn serbestberdan. Mustafa Karaçaliyê ku dozgerê dozê bû û îddîanameyê amade kiribû û Hakim Mustafa Ozçelîkê ku qerara girtinê dabû a niha ji FETO girtîgehê de ne. Ev doza ku bi kumpasan hatibû vekirin ev 6 sal e ku berdewam dike.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye