Doza Mavî Marmarayê

Mehkema ‘Ewwil Îro Hat Kirin

 Îro li Stenbolê ‘Edliya Çağlayani Doza Mavî Marmarayê hat dîtin. Di Doza Mavî Marmarayê de gelek aktivîst, Huqûqnas, siyasetmedar û qezetevan civiyan û di dozê de amade bûn. Ji bilî van kesan malbatên şehîdan û heval û parêzerên wan jî amade bûn.

Ji bo doza Mavî Marmarayê gelek huqûqnas û parêzer xebateke berfireh kirin. İhhê ji bo doza Fîloya ji bo Ğezzeyê azadî gelek xebatên berfireh meşande.

Ji çar aliyê dinyê bi sedan parêzer bi awayê mudaxîl dê tevlî dozê bibin. Mehkemeya ‘ewwil ya dozê îro hat kirin. Digel parêzeran ji çar aliyê dinyê gelek saziyên medyayê ji bo doza mavî marmarayê bişopînin murace’etê Weqfa Azadî û Heqqên însanan kirin. Doza Mavî Marmarayê îro destpê kir û bi navber dê sê rojan bidome.

Ji çar aliyên dinyê rêwiyên fîloyê, malbatên şehîdan û parêzerên wan jî di dozê de amade bûn. Doz ji alî gelek saziyên civaka sivîl û saziyên heqqên însanan û mensûbên medyayê tê şopandin. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be