Niştin dê îro di Mehkemeya Cezayê Giran ya Midyadê de dest pê bike. Bersûc S.T.yê girtî û bersûc bavê S.T.yê Ş.T.yê ku bêgirtî dê darizandin dê îro derkevin hemberê hakimê.
Di doza ku bav û lawê wî tên darizandin de di derbarê bersûc S.T.yê de cezayê sermedî tê xwestin.
Çawa ku tê bibîranîn; di 29ê gulana 2015an de li gundê Xanikê bersûc S.T, 2 endamên HUDA PARê qetil kiribû. Di derbarê vê yekê de bersûc S.T. hatibû girtin, lê bav Ş.Tyê ku ji lawê xwe re gotibû ‘Keleşê bîne’ hatibû serbestberdan û bêgirtî dihat darizandin. (ÎLKHA)