Doza Yasîn Boru bi guhdarkirina şahidê veşartî berdewam dike

Her weke ku tê zanîn Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz di 6 û 7 ê cotmeha 2014an de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin ku îro 4emîn niştina vê dozê bi guhdarkirina şahidê veşartî berdewam dike.

Her weke ku tê zanîn Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz li Diyarbekirê di 6 û 7 ê cotmeha 2014an de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin ku îro 4emîn niştina vê dozê bi guhdarkirina şahidê veşartî ê bi navê kod Tunç li 2emîn Mehkemeya Cezaya  Giran a Enqerê berdewam dike.

Kesê bi navê kod Tunç di îfadeya ku da de 7 bersûca teşhîs kir û diyar kir ew van kesan li cihê bûyerê dîtiye.

Tunç di îfadeya ku da de destnîşan kir kesên ku ew wan teşhis kiriye hinek ji wan Yasîn û hevalên wî ji qeta 3yemîn avêtine jêrê û hinek jî li jêrê bi dar û satoran wan qetil kirine.

Piştî teşhîsa şahidê veşartî doz bi pirsên parêzerên muştekî berdewam kir.

Ji rexê din vê ji çar aliyê welat gelek kes beşdarî niştina dozê bûne.Her wiha Yûsif Er û malbatên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz jî beşdarî dozê bûn.

Her wiha Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz, endamê GÎKê yê HUDA PARê Şehzade Demîr û nûnerên hinek bajaran yê HUDA PARê, Serokê Komîsyona Mafên Însanan ê Meclîsê Ayhan Sefer Ustun, Parlementerên AK Partiyê Hîlmî Bîlgîn, Alî Îhsan Yavûz, Mahmut Atîlla Kaya, Yusuf Başer û parlementerên kevin ên Diyarbekirê Abdurrahman Kurt û Mîne Lok Beyaz jî beşdarê vê niştinê bûne.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye