Doza Yasîn Boru bi hinceta ewleyî wê li Îzmîrê bê dîtin

Doza Yasîn Boru ya ku li Amedê 6-8ê cotmehê de êrişên ku bi hinceta Kobanî ve li Yasîn Boru û li hevalên wî hatibû kirin u di encamên êrişan de Yasîn û hevalên wî hatibû qetilkirin wî bi sedema ewleyî li 8emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Îzmîrê bê dîtin.

Li gor agahîyên ku parêzerên dozê ji serokê dadgehê wergirtine,  wê doza Yasîn Boru û hevalên wî bi hinceta ewleyî dê li 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. Par di cejna qurbanê de êrişên ku di 6-8ê cotmehê de ji teref alîgêrên PKKyê ve hatibûn kirin; Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Ahmed Dakak û Hesen Gokgoz jiyana xwe ji dest dabûn.

Di cejna qurbanê de Yasîn Boru û hevalên wî qoştê qurbanê li xizan û ketîyan belav dikirin. Boru û hevalên wî bi êrişên alîgirên PKKyê ve hatin qetilkirin. Di bergeha lêpirsînê de ji van 24 girtî  û 34 bersûç li 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat darizandin.

5emîn Dadgeha Cezaya Giran dozname qebûl kir û serlêdan li Dadgeha Bilind kir da ku bila doz li bajarek din bêdîtin.

Dadgeha Bilin jî daxwaza 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê nirxand û daxwaz qebûl kir û bi sedema ewleyî wî doza Yasîn û hevalên wî li 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin.  (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar