Doza Yasîn Boru didome

Yasîn Boru û hevalên wî bi bangewaziya HDPê ji teref kesên PKKyiyên ku derketibûn kolanan ve hatibûn qetilkirin. Doza ku kujerên Yasîn Boru û hevalên wî tên darizandin îro di 2yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê de didome.

Bi bangewaziya HDPê re di 6-7ê cotmehê de PKKyî derketibûn kolanan û Yasîn Boru û hevalên wî bi şiklekî wehşîyane qetil kiribûn. Doza ku kujerên Yasîn Boru û hevalên wî tên darizandin îro niştîna 3yemîn  di 2yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê de didome.

Beriya doza ku di 2yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê de tê dîtin de di niştina 2yemîn de pirsgirêk derketibûn. Parêzerên gilîdar daxwaz kirin ku bila doz di salonekê berfihtir de were dîtin da ku ew astengiyên ku berê di salonê de  hatibûn dîtin ji nû ve neqewimin.

Darizandinê,  xizmên Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Rîyat Guneş û Ahmet Huseyîn Dakak û her wiha gelek kesên ku ji bajarên din hatine, nûnerên partiyên sîyasî û nûnerên saziyên civakê yên siwîl didomînin.

Nêzê 100 parêzer beşdarê niştinê bûne.  Darizandina di derbarê qetilkirana Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Rîyat Guneş û Ahmet Huseyîn Dakak; û Yusuf Erê ku birîndar bûbû de didome. Di vê darizandinê de ji bo 22 kesên girtî, 7 kesên negirtî, 5 kesên firarî tevahî ji bo 34 bersûcan cezaya sermedî tê xwestin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar