Dr. Osman: Tirkiye û Îranê nehîşt kongre çêbibe

Dr. Osman:Nakokiyên partiyan û destwerdana Tirkiye û Îranê nehîşt kongre çêbibe

Siyasetmedarê kurd û Endamê Parlamentoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman, diyar kir ku sedemên ku li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd bûn asteng, navkokiyên navbera partiyên kurdî û destwerdana Tirkiye û Îranê bû.

 

Dr. Mehmûd Osman, îro (19.11.2013) li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û ragihand, beriya çend mehan helên ciddî bo bi destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo lidarxistina Kongreya Netewî dest pê kirin lê ji ber nakokiyên navbera partiyên kurdî kongre hat paşxistin.

 

Dr. Osman, her wiha anî ziman ku ne tenê nakokiyên navbera partiyan lê destwerdana dewletên ku kurd tê de dijîn bi taybet Tirkiye û Îranê jî li hember kongrê bûn asteng.

 

Wî siyasetmedarê kurd bang li PDK, YNK û PKKê kir ku bi hevkariya partiyên din şert û mercên lidarxistina kongrê dabîn bikin û nehêlin hêzên derve destê xwe bixin nav karûbarên kongrê û wiha got: “Bi taybet di şert û mercên îro de ku gelê me li hemû percent Kurdistanê di nav arîşeyan de ye lidarxistina kongrê pêwîst e.”

 

Tê zanîn, biryar bû Kongreya Netewî ya Kurd 25ê Mijdarê were lidarxistin lê Komîteya Amadekar a kongrê bo cara sêyemîn kongre paş xist.

 

Lê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, di hevpeyînekê digel hejmara herî dawî ya heftenameya Rûdawê gotibû, “Heta arise û pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê çareser nebin kongreya netewî nayê lidarxistin.”

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar