Dr. Sertaç Tekdal: Heke Ummet li gora Sûnetullahê tevnegere, dê kufr li ser me bibe hukimran

Dr. Sertaç Tekdal ê ku wekî axifger beşdarî panela ji aliyê Navenda Siyaset, Raman û Analîzê ve hatibû lidarxistin bû, diyar kir ku di bingeha gelek tengasî û zehmetiyên ku ummeta Îslamê dikişîne de, neavêtina gavên pêwîst û nexebitîna bi têra xwe heye.

Navenda Siyaset, Raman û Analîzê (SDAM), bi armanca ku tevkariyê li geşedana ramanê ilmî ya li Mêrdînê bike, paneleke akademiyê pêk anî.

Bernameya ku ji aliyê Navenda Siyaset, Raman û Analîzê (SDAM) ve hatibû amadekirin, bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir.

Panela ku li Salona Konferansê ya Lîseya Îmam Hatîp a Seîdê Nursî ya Artukluyê hat çêkirin, di du rûniştinên cihê de pêk hat.

Di bernameya ku gelek axifgerên pisporên warê xwe beşdar bûbûn de, çendîn pêşkêşiyên (sunum) akademîk hatin kirin.

Di vê çarçoveyê de; Dr. Ömer Tanrıverdi pêşkêşiya xwe ya bi navê “Di Serdema Pêgihîştinê (Ciwantî) de Avakirina Nasnameyê, Têkiliya Nav Malbatê û Rola Diyarkirî ya Geşedana Manewî di Avabûna Karakterê Kesayetê de”,

Adnan Can Kılıç pêşkêşiya xwe ya bi navê “Di Serdema Kelama Ilmî ya Nû de Lêgerînên Epistemolojîk: Berhevdana Îzmîrlî Îsmaîl Hakki û Ömer Nasuhi Bilmen”,

Mehmet Koç pêşkêşiya xwe ya bi navê “Beriya Seferên Xaçperestan li Rojava Bingehên Têgihîştina Îslamê û Hezretî Mihemed (Sallallahu Aleyhi Vesellem)” kirin.

Herwiha Abdüsselam Önen jî pêşkêşiyeke di mijara “Di Serdema Trump de bi Rêbaza Bêçekkirina Cezayên Aborî Siyanbûna Qedexeya Destwerdana Karên Hundirîn: Mînaka Îran û Venezuelayê” pêşkêş kir.

İbrahim Özçelik jî bi pêşkêşiya xwe ya bi navê “Psîkolojiya Serfkirinê (Tuketim): Hewcedarî ye yan Qanîkirina Algorîtmîk?” xîtabî beşdaran kir.

Dr. Sertaç Tekdal ê ku wekî axifger beşdarî bernameyê bûbû, bal kişand ser giringiya saziyên ramanê.

“Saziyên ramanê fikir û stratejiyê hildiberînin”

Tekdal diyar kir ku saziyên ramanê, di nav wan de SDAM jî heye, di dîroka cîhanê de xwedî paşrabûneke (geçmiş) pir kevn in û wiha got: “Her çend dîroka SDAMê nêzî 10 salan be jî, saziyên ramanê yên ku ew tê de cih digire bi gelemperî wekî ‘think tank’ tên binavkirin. Dîroka van pêkhateyan heta seretaya salên 1900î diçe û cara yekem li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berbelav bûne.”

“Bi Şerê Cîhanê yê Duyem re bandor û erka van pêkhateyan hîn bêtir pêş ketiye. Li Tirkiyeyê nexasim ji salên 1990î vir ve hejmara saziyên ramanê dest bi zêdebûnê kiriye, piştî salên 2000î jî ev zêdebûn bileztir bûye. Îro li Amerîkayê nêzî 2 hezar û 2 hezar û 500 saziyên ramanê hene, lê li Tirkiyeyê ev hejmar hîn jî bi sedan tê îfadekirin.

Ev sazî, ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi giştî hejmara wan kêm e, li welatên Ewropaya Rojava û li Rûsyayê mîna herêmên pêşkeftî bêtir berbelav in. Sedemên giring ên welatên pêşkeftî hene ku van pêkhateyan bi awayekî gur (heavy/intense) bi kar tînin. Li gorî xebatên hatine kirin, tê dîtin welatên ku saziyên ramanê lê zêde ne, di heman demê de bêtir pêşkeftî ne. Ev rewş jî nîşan dide ku saziyên ramanê çi qas giring in. Ji ber ku ev sazî fikir û stratejiyê hildiberînin, van tiştan pêşkêşî siyasetmedar, îktîdar û hikûmetan dikin. Rêveber jî li gorî van pêşniyaran şêwazê didin rêveberiya welat.”

“Heke Ummet li gora Sûnetullahê tevnegere, dê kufr li ser me bibe hukimran”

Tekdal diyar kir ku di bingeha gelek tengasî û zehmetiyên ku ummeta Îslamê dikişîne de, neavêtina gavên pêwîst û nexebitîna bi têra xwe heye û wiha got: “Her çend xebatên SDAMê bi giştî li ser qada siyaseta derve gur bibe jî, tenê bi vê ve sînordar nîne. Di gelek qadên cihê mîna enerjî, perwerde, jiyana civakî û sosyolojiyê de jî analîz dikarin werin amadekirin. Ev xebat dibin wesîle ku gavên hîn husem (saxlem) û saxlem werin avêtin. Cîhan qîmeta vê dizane û li gorî vê tevdigere. Lê mixabin em di vê mijarê de mîna her carê ji paş ve tên.”

“Paşê jî em dipirsin, ‘Çima ummeta Îslamê di vê rewşê de ye?’ Ji ber ku em gavên pêwîst navêjin, beşeke mezin a pirsgirêkên ku em wekî ummet dikişînin ji kêmasiyên me bi xwe çêdibin. Di dirêjahiya dîrokê de hinek usûl hene ku dihêlin têkoşîn bigihîjin serkeftinê. Heke em bi termînolojiya Îslamî bînin ziman, rûçikekî (sünnetullah) vê heye.

Di Qurana Pîroz de tê fermankirin ku, ‘Tu di sûneta Xwedê (sûnetullah) de tu carî guhertinekê nabînî.’ Ev qanûna ku Rbbê me daniye ye. Kî li gora vê tevgere qezanj dike, kî li gora vê tevnegere jî winda dike. Wekî ku Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nursî anîye ziman, ‘Îxlas, di nav kufrê de bibe jî serkeftinê tîne.’ Pêwîst e mirov biîstîqrar be û gavên hewce biavêje.

Heke ummet di vê xalê de li gora sûnetullahê tevnegere, nexebite û gavên pêwîst navêje, dê kufr li ser me bibe hukimran. Ji bilî vê em nikarin li benda encameke din bin. Îro bibandorbûna Cihûyan a li cîhanê jî encama xebat û organîzasyona wan e. Ev, weşa (hâşâ) ne lutfkirina serkeftineke taybet e ku Xwedê Teala daye wan.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çermik de Fuarê Kitaban ê Çermiki uyê 6. vıraziya
Banga Rêya Pîran-Egilê
Li Nisêbînê husumeta 13 salan a di navbera du malbatan de bi dawî bû
Kesek mir, 2 kes jî birîn
Zafêrî 20 hezar heywanî sevk kerdene