Drama malbata Sûriyeyî dilan dişewitîne

MÊRDÎN - Rewşa Parêzer Bastîl Mestefa û hevsera wê yê mamoste yên ku ji ber şerê Sûriyê ya navxweyî mecbûrî malên xwe terikandine û hatine li Qosera Mêrdînê bi cî bûne dilan dişewitîne, hevser ji rayedaran arîkarî teleb dikin da ku karibin li Tirkiyê jî w

Parêzer Bastîl Mestefa destnîşan kir ji ber ku ew li Sûriyê drama însanetîyê ya neyênî aniye zimên ji teref rejîma Esed ve malê wê hatiye desteserkirin û hevserê wê Mamoste Comert Mestefa jî ji ber zextan mecbûr maye ku dev ji wezîfeya xwe berda.Parêzer Mestefa her wiha destînşan kir ji ber ku ew mecbûr mane Sûriyê terk bikin û werin Mêrdînê.

“Eskerên rejîmê hîcaba pîrekan bi zorê ji serê wan derdixistin”

Bastîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji ber ku zilma li Sûriyê nivîsandiye û mafên zarokan parastiye gelek zehmetî kişandiye û ji ber vê yekê mecbûr maye ku Sûriyê terk bike. Parêzer Bastîl di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ez eslê ji Qamişlo me, min li Helebê xwend û beşa parêzertiyê qezenc kir.Ez li wê derê zewicîm û li wê derê mam. Ji bilî karê parêzertiyê ez bi karê nivîskariyê ve jî mijûl dibûm.Min gelek kitêb nivîsandin.Her wiha min makele û kunciknivîsan dinivîsand.Her wiha min 2 salan li Sûriyê parêzertî kir.Min li ser heqên zarok û pîrekan nivîsan dinivîsand û min heqê wan diparast.Me ew qas zilm dît, ez nizanim çawa bînim zimên.Dema ku em li Helebê bûn eskerên rejîmê hîcaba pîrekan bi zorê ji serê wan derdixistin û gelek eziyet dikirin.Min li ser vê mijarê gelek nivîsî.Dema ku min ji wan re digot însanan nekujin û eziyete li wan nekin, tehdayî li min jî dikirin.”

“Em ketin rewşeke wisa ku em nikarin ji bo zarokê xwe şîr bistînin”

Bastîl di berdewama axavtina xwe destnîşan kir ew ji naçarî di nava 3 salan de 2 welatan guhartine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li Sûriyê gelek zehmetî kişand.Mala me xera bû, 75 hezar dolar sermayeya min di banqê de bû dest danîn li ser wan.Em ji Sûriyê çûn Lubnanê.Li wê derê jî eziyet li me kirin.Em ji wê derê jî hatin Nisêbînê.Me li Nisêbînê jî eziyet dît, her der hat xerakirin, temamê eşyayên me çûn.Berê halê pir baş bû, em gelekî dewlemend bûn.A niha zarokekî me hat dinyayê, me navê wî ‘Tiyamet’ ango Qiyamet danî.Lewra li ser serê me û milletê me de qiyamet rabû. Em ketin rewşeke wisa ku em nikarin ji bo zarokê xwe şîr bistînin”

“Ji bo ku ez karibim li vê derê parêzertiyê bikin pêdiviya min bi 3 hezar TLyê heye”

Bastîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel ku ew parêzer û hevsera wê jî mamoste be jî her du bêkar in û dû re wiha pê de çû: “Em niha her du jî bêkar in.Em ji dewletê arîkariyê dixwazin, bila îş bidin me.Min li vê derê diploma xwe tercume kir û zimanê Tirkî jî hîn bûm.Ji min re gotin ku ‘têkeve îmtîhana YOKê.’ Heqê wê îmtîhanê û ya çûyîn û hatinê tevde 3 hezar TL ye.Ez dikarim di wê îmtîhanê de bi ser kevim, ez ji xwe bawer dikim.Lê belê ji ber ku parayê me nîne ez nikarim têkevim îmtîhanê.Daxwazîke min tenê heye ku ew jî li vê derê kirina wezîfeya parêzertiyê ye.Înşaallah dê ji me re bibin arîkar.”

“Welatê me xera bû, inşallah ev der jî xera nebin”

Bastîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji bo ku Tirkiye jî nekeve rewşa welatê wî ew her tim dia dike û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji Tirkiyê hez dikin, me hewandin, Xweda ji wan razî bê.Înşaallah Tirkiye xere nebe.Lewra ev rewş hat serê me bile neyê serê milletê vê derê.Ev ax axên muminan e.” (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye