Drama Milteciyan

Do li dora Sîcîlyaya Îtalyayê, şikefeke ku koçberên Efrîkayê yên qeçax dibirin, ewilî agir pê ketibû, dûre jî xerq bûbû

Do li dora Sîcîlyaya Îtalyayê, şikefeke ku koçberên Efrîkayê yên qeçax dibirin, ewilî agir pê ketibû, dûre jî xerq bûbû. Di hadîseyê de hejmara miriyan bi ser 300î ket. Tê endîşekirin ku hejmara miriyan zêde bibe.
 
  Tê gotin ku gava agir bi şikefê dikeve, rêwî xwe davêjin behrê. Çer ku ewlehiya rexê behrê ya Îtalyayê pê dihese, bazdide alîkariyê û 140 kesî xelas dike. Lê gelek kes di avê de dixeniqin. Hat îfadekirin ku di şikefê de dora 500 koçberên qeçax hebûne.
 
  Rayedar îfade dikin ku zêdetirî 200 koçber jî winda ne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Tê beyankirin ku rêwiyên qeçax ji Erîtreyê bûne.
Kesên xelas bûn îfade kirin ku av dikeve şikefê. Rêwî ji bo bala gemiyên din bikşînin ser xwe, agir dadidin. Ji ber bayê, agir gûr dibe, ji lew rêwî dikevin panîkê û şikef serûbin dibe. Gelek kes xwe davêjin behrê (Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin