Li cîhanê te’de û zulm û qetlîam li muslumana tên kirin bi destê welatên rojava û bi destê firotiyên wan. Li Araqanê jî zulm û wehşeta li mulumana, dram û perîşaniyeta muslumana nasekine.
Li Araqanê heqê heyatê û heqê reva ji mirinê nadin muslumanan. Muslumanê Araqanê bêdeng, bêkes li hêviya mirina xwe ne. Deng ji muslumanê dinyê û Tirkiyê nayê. Tenê bêhiş û bêhîs lê temaşe dikin.
Li Araqanê 130 musluman, ji ber zulma Bûdîstan reviyan. Xwestin ku di behrê re derbasî Awûstralyayê bibin. Feqet dîsa marûzî dramê bûn. Ji wan 98 heb can dan. Ên mayî jî ev nêzî 3 hefte ye ku birçî mane. Gemiya wan li ber ğerqbûnê bû. Ji teref hêzên Behrê yên Srî Lankayê hatin xelaskirin.
Qeyîkên masîvana wan ferq dikin û xeber didin hêzên Srî Lankayê. Hat fêmkirin ku, ev 21 roj e birçî mane. Kesên hatin xelaskirin beyan kirin ku, di rê de ji wan 98 heb wefat kirine û her kîja wefat kiriye wî avêtine behrê.
Wekî tê zanîn li Myanmarê, musluman perîşan in, ji ber zulma Bûdîstan direvin welatên derûdor. Lê di rê de gelek dram û şerpezehî dibînin.
Bangaheq