Du keştiyê penaberan binav bûn: 250 mirî

Li Behra Spî du keştiyê penaberan binav bûn, di encama binavbûnê de250 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Behra Spî, li 15 mîl ji  Lîbyayê dûrahî du keştiyê penaberan binav bûn, di encama binavbûnê de  250 kes jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku xebera binavbûnê hat hînbûn re ekîbên xilaskirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat diyarkirin li cihê bûyerê 2 keştî binavbûne û 250 kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyarkirin hewil tê dayîn cesed bên derxistin.

Her weke ku tê zanîn sala borî di Behra Spî de nêzî 5 hezaran penaber jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin