Du welatên din jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn

Hejmera welatên ku ‘Bi hinceta ewlehiyê’ pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn derket 6an.

Weke ku tê zanîn îro  Misir, Mirnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Erebistana Siûd bi hinceta ewlehiyê  temamê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn. Rayedarên her 4 welatan  daxuyanî dan da ku dîplomatên Qatarê di nav 48 seatan de welatên wan terk bikin.

Piştî van 4 welatan Libya û Yemen jî bi daxuyaniya ku belav kirin diyar kirin wan jî pêwendiya xwe yê dîplomatîk bi Qatarê re birîne.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin