DYA 484 kesên siwîl ‘bi şaşîtî’ kuşt!

DYA ragihanddi van 3 salên dawî di operasyonên ku li dijî DAEŞê hatin kirin de 484 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin kesên siwîl ‘bi şaşîtî’ hatine kuştin.

Ji teref CENTCOM (Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA)  ve hat ragihandin  koalîsyona ku DYA jê re pêşîvantiyê dike di van 3 salên dawî de di operasyonên ku li dijî DEAŞê hatine kirin de bûye sedema mirina 484 kesên siwîl.

Di daxuyaniya ku ji  Pentegonê hat dayîn de hat ragihandin heta niha zêdetirî 21 hezar û 35 operasyonên asimanî  hatine kirin û di ji sedî 0.27ên  van operasyonan de  kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane.

Tê ragihandin hejmera kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêdetir e

Lê belê ev hejmarên ku hatine daxuyandin  bi hejmarên ku  rêxistinên mafên mirovan dane re li hev nagire.

Li gor agahiyên ku  rêxistina  bi navê Aîrwarsa ku navenda wê Londra ye ji çavkaniyên mehelî wergirtiye  ji sala 2014an vir ve  di operasyonên ku li dijî DEAŞê hatin kirin de 3 hezar û 800 kesên siwîl mirin.

Li gor Çavderxaneya Mafên Însanan a Sûriyê di mehên Nîsan û Gulanê de  li Sûriyê 225 kesên  jiyana xwe ji dest dane.

Di 17ê Adarê de   di operasyonên ku ji teref DYAyê ve li Misûlê li dijî nîşagirên DEAŞê hatin kirin de   zêdetirî 105 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dabûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe