Bi binasiya ku Îran ceribandina fuzeya balîstîk a menzîla navend kir rêvebirên DYE û Îsraîlî ji bo ku mijarê bikêşin BMGKyê bangewazî kirin.
Nûnerê Daîmî yê NYyê yê ku nû ji teref Serokê DYEyê Trump ve hat tayînkirin Nîkkî Haley piştî ku dest bi wezîfê kir bi binasiya ku Îran fuzeya balîstîk ceribandiye wek acîl bang li BMGKyê kir da ku werin cemhev.
Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê Danny Danon jî di derbarê vê yekê de diyar kiribû ku îhlala biryara BMGKyê ye û daxuyaniyekî nivîskî dabû.
Hat idîakirin ku fuze piştî 966 kîlometre bilind bûye teqyaye.
ÎLKHA