Hat ragihandin ku lîderê el-Fetîhê Mehmûd Ebbas û serokê polîtburoya Hamasa Hereketa Berxwedana Îslamî Xalid Meşal, li Dohaya paytexta Qatarê hatin cem hev.
Li gorî xebera Ajansa Wefayê ya resmî ya Filistînê, di hevdîtinê de li ser rêyên sekinandina êrîşên Îsraîla rejîma terorê, hatiye sekinandin. Ebbas beyan kiriye ku divê agirbestiya ku Misrê teklîf kiriye bê qebûlkirin.
Îdara cûntaya Misrê bi telqîna Emrîkayê, duşema borî ji bo îsraîla siyonîst û hêla Filistînê agirbestî teklîf kiribû. Rejîma terorê agirbestî qebûl kiribû. Lê bi Hamasê re hevdîtin pêk nehatibû û ji ber ku şertên agirbestîyê cewab nedabû daxwazên xelkê Filistînê, Hamas û Cîhada Îslamî agirbestî qebûl nekiribûn.