Êrîşên Îsraîla rejîma terorê dewam dikin. Hamasa Hereketa Berxwedana îslamê, li ber van êrîşên Îsraîlê di ber xwe dide û dibe îftîxara hemî muslumanan. Niha jî hereketa el-Fetîhê, ji Hamasê re asteng û zorbatiyan derdixe.
Hereketa el Fetîhê heta niha ji êrîşên Îsraîla melûn re, dengê xwe nekiriye. Digel vêya jî el-Fetîhê li Şerîaya Rojavayê, desteserkirin û binçavkirina qedroyên siyasî yên Hamasê didomîne.
Hamasê beyan kir ku hefteya borî, li Şerîaya Rojavayê el-Fetîhê 34 îxlalkirin pêk anîne. Reqem aydîyên heyama navbera 16 û 22ê Tebaxê ne. Hamasê da zanîn ku bi destpêka herba ordiya îşgalker, di tewra yekîneyên el-Fetîhê yên li Şerîaya Rojavayê yên li ber muxalîfên siyasî de tu guhertin pêk nehatiye.
Çınarın Sesi