Ebû Merzûq: Amerîka ji îşxala îsraîl re şirîk e

Mûsa Ebû Merzûqê ku ji Endamên Yekîneyê Siyasî yê Hamasê ye diyar kir Amerîka ji îşxala ku ji teref îsraîl ve tê kirin re şirîk eû wiha got: “Amerîka li dijî xelkê Filîstînê arîkariya pere û çekan dide rejîma îşxalker.”

Mûsa Ebû Merzûqê ku ji Endamên Yekîneyê Siyasî yê Hamasê ji ber ku Serokê DYAyê Donald Trump li ber lîderên Ereb û Misliman Hamasê wek  terorê wesifand ji Trump re bertek nîşan da.

Ebû Merzûq di daxuyaniya ku ji ser Twîtterê da de destnîşan kir ew sûcdarkirin terorê ya Hamasê ya ku ji teref Trump ve hat kirin digel Serokê Birêveberiya Filîstînê Mahmud Abbas  û her wiha ji teref Lîderên Misliman û Ereb ve hatiye guhdarkirin. Merzûq vê yekê xemnakdayîn nîşan da.

Ebû Merzûq her wiha diyar kir “Hamas hareketeke rizgariyê ya neteweyî ye û li hember îşxalê li ber xwe dide û xelkê xwe mihafeze dike. Amerîka ji îşxala îsraîl re şirîk e. Amerîka li dijî xelkê Filîstînê arîkariya pere û çekan dide rejîma îşxalker.”

Merzûq di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ew siyasiyên kor  wî kesê ku Xazzeyê dorpêç û wêran kiriye û bi hezaran însanan dikuje dibînin  û dîsa heman siyasiyên kor wê Hamasê ku xelkê xwe diparêze û ji heqên xwe tavîzê nade wek terorîst dibînin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe