ECHR CEZA DA TIRKIYE

Mehkema heqên însana ya Ewrûpa, gelek cara li Tirkiye ceza biriye

 ECHR CEZA DA TIRKIYE
GIRTIYÊ HÎZBÛLLAH TIRKIYE GILIYÊ ECHR KIR, ECHR CEZA BIRÎ

Mehkema heqên însana ya Ewrûpa, gelek cara li Tirkiye ceza biriye. Nexasim di warê gilî û dosyayên siyasî de, Tirkiyeyê pir caran neheq kirye.

Xeyreddîn Demîrê, ji dewa Hîzbûllah girtî, bi sebeb dirêjbûna mehkemebûna wi, Tirkiyeyê giliyê mehkema Ewrûpa kir. Mehkema heqên însana ya Ewrûpa, di heqê mehkemebûna hinek girtiyên Hîzbûllah de, Tirkiyeyê neheq, girtiyên Hîzbûllah jî biheq dî û cezaya 14 hezar Ewro pere li Tirkiyê birî. Hikûmet, mudafaa kiribû ku di vê dewê de, girtî gelek in. Ji ber vê yekê jî mehkemekirin dewam kiriye û muddeta mehkemekirinê normal e. Lê mehkema Ewrûpa, heq neda vê muddefayê. Berî niha gelek caran, girtiyên Hîzbûllah, Tirkiye gilî kiribûn û biheq hatibûn dîtin.

Xeyreddîn Demîr, di 8ê Adara 1995an de hatibû girtin û encax 13 sal şûnde mehkema wan bi encam bûbû. Ji ber vê girtîbûna dirêj, Xeyreddîn muracaetî mehkema Ewrûpa kiribû.

Hat gotin ku wê ji xazîneyê ev 14 hezar û 400 Ewro, li Xeyreddîn Demîr bê dayîn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be