Di sala 2000î de polîsê Tirkiyê, bi navê operasyona “Hayata Donuş”, mudaxela girevên birçîbûnê kiribû. Mehkûman nedixwestin têkevin hucreyên tîpa Fyê. Operasyon di 19ê Kanûnê de hatibû kirin. Di hadîseyan de 2 esker û 30 mehkûm hatibûn kuştin.
Li ser mudaxela û operasyonê, 4 mexdûrên birîndarên operasyonê muracaetî mehkema Ewrûpa ya heqên Însana kirin. Mehkema Ewrûpayê li muracaetên wan mêze kir û tewra polîsê Tirkiyê derqanûnî qebûl kir. Mehkemê diyar kir ku Tirkiyê der barê operasyonê de, madda 2an ya hevpeymana heqên însanan îhlal kiriye. Mehkemê di qirara xwe de îfade kir ku polîs di operasyonê de hêza bênisbî bikaraniye.
Li gor qirara mehkema Ewrûpa wê Tirkiye, 20 hezar Ewro bi de kesekî, Ji wan her yekî din li wan 15 hezar Ewro tê dayîn û ji bo mesrefa mehkema her yekî jî 4 hezar Ewro tê dayîn. www.bangaheq.net