Edaleta Siyonîst Ma Qey Heye?

Îsraîl: Kuştina Rachel Ya Bi Dozerê, Qeza Ye.

Siyonîst Îsraîl di edaletê de ne kêmî Emrîkayê meznê xwe ye. Emrîka li eskerên xwe yên sûc eşkere, hew ceza îdarî dibire, siyonîst îsraîl jî, li eskerên xwe yên qatil xwedî derdikeve. Sûc û zulma wan, normal dibîne.

Aktîvîst Rachel Corrie, di 2003an de, xwe dabû ber xerakirina xaniyên Filîstîniyan. Ji ber vê yekê jî, dozereke ordiya siyonîst pêl wê kiribû û li wir di bin paletên dozerê de can dabû. Li ser kuştina wê, dinya her çiqas tepkî nîşan da jî, siyonîst ji a xwe nayê xwarê. Mehkema siyonîst Îsraîl, der heqê vê kuştina Rachelê de qirar da ku Rachel bi qezayê miriye.

Li ser kuştina Rachela 23 salî, mala bavê wê, li Hayfayê doz vekiribû ku qîza wan qestî û bêqanûnî hatiye kuştin, hikûmeta Îsraîlê jî li ser hadîseyê lêpirsîneke emîn nemeşandiye.

Mehkeme îro qirara xwe da û wiha got “Dewleta Îsraîl di dema herbê de, ji tu kar û fêlên xwe yên ji ber zirar biqewimin, mesûl nayê girtin. Mirina Rachel, qezayeke dilsoj e.”

Ji ber vê qirara pêkenok, hinek aktîvîst li ber mehkemê protesto li dar xistin.

Li aliyê din, teyarên herbê yên F-16 yên Îsraîl, dîsa êrîşî du deverê Ğezzeyê kir. Deverên êrîş lê hatiye kirin yek jê Sefîne û mehela Zeytûn in.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be