“Êdî mezûnê Îlahîyatê wê wek mamosteyên dîn û exlaqê werin tayînkirin”

Ji teref Wezareta Perwerdeya Mîllî ve hat îfadekirin ku êdî mezûnên fakulteya îlahîyatê wê wek mamosteyên dîn û exlaqê werin tayînkirin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) beyanatek derbarê wezîfedarkirina mamosteyan de belav kir. Di demên dawî de hin nîqaş derketibûn ku êdî mezûnên îlahîyatê wê nikarin bibin mamosteyê dîn û exlaqê, ji ber vê yekê Wezareta Perwerdehîyê li ser van îdîayan beyanatek belav kir.

“Êdî li hemberî mezûnê îlahîyatê tu pirsgirêk nema ku bibin mamosteyên dîn û exlaqê”

Di beyanata Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) de wiha hat gotin: “Li hember wezareta me ji bo mezûnê îlahîyatê nebin mamosteyên dîn û exlaq mehkeme hatibû vekirin. Wezareta me li hember vê biryarê îtîraz kir û Şûrayê Dewletê ya Daniştayê di 09/10/2017an de bi biryara 2017/709an hat redkirin. Dema mehkeme hat dîtin Daîreya Daniştayê ya 12emîn di 30/10/2017an de destnîşan kir ku kes nikarin di heqê vê dozê de qirarê bidin ji ber vê yeke ev biryar hatîye betalkirin. Ji teref wezareta me ve serokatîya Talîm û Terbîyeyê wê pêwistîyên di vî warî de hebin bikin. Bi vî awayî ji niha û pêde tu pirsgirêk li hember mezûnê îlahîyatê nemane ku bibin mamosteyên dîn û exlaqê. (ÎLKHA)  

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin