Egitim-Bir Sen: Pêwîst e heqê darizandina ji nû ve bê dayîn

ÊLIH - Malbatên mehqûmên ku ji teref FETO ve bi kumpas û komployan hatine girtin, Şaxa Êlihê ya Egîtîm-Bîr Senê ziyaret kirin û mexdûriyetên ku ew jiyanê anîn ziman.

Înîsîyatîfa Malbatên ku Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê ne Şaxa Êlihê ya Egîtîm-Bîr Senê ziyaret kirin. Malbat di dema ziyaretê de mexdûriyetên xwe anîn ziman û destekê teleb kirin.

Di dema ziyareta ku hat kirin de berdevkê malbatên mexdûr Huseyîm Olam qala mexdûrîyeta malbat û naskiriyên wan kir û wiha axivî: “Ew mehqûmên ku ji teref daraz û polêsên FETO ve bi kumpas û komployan hatine girtin divê êdî bên dîtin.Ev kes ji teref FETO  bi kiryarên nehiqûqî hatin girtin. Em teleb dikin ew qerarên ku ji teref hakim û dozgerên FETO ve hatine dayîn bên betalkirin û kesên mexdûr ji nû ve bên darizandin.Di vî warî de em desteka we teleb dikin.”

 “Di salên 90an de ji camîayên Îslamî re kumpas hatin damizrandin”

Serokê Şaxa Êlihê ya Egîtîm-Bîr Senê  Mehmet Ergîn jî di dema ziyaretê de di derbarê mijarê de diyar kir ew amadene ji bo wan kesên ku ji teref FETO û 28ê Sibatê hatine mexdûrkirin re alîkariyê bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya 28ê Sibatê jî di salên 90an de ji gelek însanên mutedeyyîn re kumpas hatin damizrandin û hatin girtin. Me berî niha çendîn carî anî ziman ku divê ev kes ji nû ve bên darizadin. Divê ji wan kesên ku bi komployan  hatine girtin re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye