El Fetîh: Em qerara Hamasê bi memnûniyet pêşwazî dikin

El Fetîhê ku hikûmeta navendî ya Fîlîstînê di destê xwe de digre bi daxuyaniya ku belav kir diyar kir ew qerara Hamasê bi memnûniyet pêşwazî dikin.

Doh,  Hamas bi daxuyaniya ku belav kir ew wê  komîteya îdarî ya ku berî niha li Xazzê damezrandibû “bo meqseda dawîanîna dabeşbûna siyasî” fesih kir û  diyar kiriey û  bila Hikûmeta Lihevkirinê ya Fîlîstînê erkê dewr bistîne û hilbijartinên giştî bên kirin û Hamas bi Hareketa Fetîhê re bo gotûbêjê amade ye.

Ji ber vê helwest û daxuyaniya Hamasê ji teref Yûsuf Mahmudê Berdevkê birêveberiya Fîlîstînê destnîşan kir ew amade temamê berpirsiyariyan bigrin li ser milên xwe û derbasî Xazzê bibin.

Mahmud di daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir de diyar kir divê hikûmer wezaretan û têketinên deriyan teslîm bistîne û memûrên berê cardin vegerin li ser wezîfeya xwe.

Mahmud her wisa diyar kir ew ji wê peymana 2011an a Qahîreyê ya ku hatibû îmzekirin re sadiq in.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin