Elî Qeredaxî HUDA PARa ku 4 namzedên xwe şand meclîsê tebrîk kir

Sekreterê Giştê yê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê ji bo HUDA PARa ku 4 namzedên xwe wek parlementer şand Meclîsê peyama tebrîkê weşand.

Elî Qeredaxî HUDA PARa ku 4 namzedên xwe şand meclîsê tebrîk kir

HUDA PARa ku di hilbijartinên Serokomartîyê de destek da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbol, Entab, Mêrsîn û Êlihê ji lîsteyên AK Partîyê têket hilbijartinan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Farûq Dînçê Endamê Lijneya Giştî li Mêrsînê, Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê li Entabê û Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Sekreterê Giştê yê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê ji bo HUDA PARa ku 4 namzedên xwe wek parlementer şand Meclîsê peyama tebrîkê weşand.

Qeredaxî di peyama xwe ya tebrîkê de wisa got:

Es Selamu aleykum ve rahmetullahî we berekatuh

Bi rastî jî ji ber ku we ji partîya xwe 4 birayên me wek parlementer hilbijart û şand Parlementoyê em gelek kêfxweş in.

Em van birayên xwe ji dil û can pîroz dikin û em dixwazin em ji ber vê yekê pir şad in û ji we re pir zêde dia dikin.

Em ji bo van birayên xwe ji Xwedê dixwazin ku di temamê karên xwe de serkeftî bin û di kar û xebatên xwe de îsabet bikin.

Xweda karên we bi bereket bike.

Xweda bike nesîbê we ku hûn xizmetên bi feyde ji bo Mislimanan, ummet û gelê xwe bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Donald Trump: Biden, ji bona ku mişkan Trans bike 8 milyon dolar xerc kirîye
Parlamenter HUDA PARê Şahzade Demîr beşdarî xebatên lêgerîna Onurcanê ku ev bû 6 roj e winda ye bû
Mehdî el-Meşat: Ji bo balafirên rejima sîyonîst talûke dest pê dike
Trump: Li Xezzeyê agirbest pir nêz e
Li Bismila Dîyarbekirê hezar û 220 heb kenewîra kok hat bidestxistin