Êlih teslîmê berf û bagerê bû

Li navenda Êlihê û navçeyên wê ji ber barîna berf û bagerê rêyên hemî gund û gundokan hatin girtin.

Li Êlihê ji ber barîna berfê ya ku doh bişev dest pê kir hêj jî bandora xwe didomîne. Ji ber barîna berfê ya ku navçeyan jî bandordar dike rêyên 282 gundan û rêyên 283 gundokan hatin girtin.

Di derbarê mijarê de Îdareya Taybet a Bajêr daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ev rêyên gund û gundokan werin vekirin piştî ku barîn bisekine dê karker bi makîneyên xwe dest bi xebatê bikin.

Her wiha şaredarî di derbarê berf û cemedê de hişdarî da gel û destnîşan kir bila ajovan bê lastîka berfê dernekevin rê.

ÎLKHA















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye