Êlihî bi gulan ji bo bernameya Wîladeta Pîroz hatin vexwandin

Dildar û endamên Platforma Evîndarên Pêxember ên ku ji xelkê Êlihê re gulan belav kirin xelkê dawetî bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê vê yekşemê bê tertîpkirin kirin.

Koordînatoriya  Êlihê ya Platforma Evîndarên Pêxember  dê 23ê Nîsanê li qada li kêleka Otogara Nû Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin. Ji ber vê munasebetê dildar û endamên platformê digel qîzên biçûk di serî de esnaf û xelkê û her wiha li nexweşxaneyan Êlihiyan vexwandin Wîladeta Pîroz.

Serokê Medya û Danasînê yê Platforma Evîndarên Pêxember Feyzî Aydin  berî belavkirina gulan daxuyaniyek da. Aydin di daxuyaniya ku da de diyar kir ew ê roja yekşemê di seat 13.00an de bernameya Wîladeta Pîroz li dar bixin.

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew temamê Êlihiyan dawetî bernamê dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê wek Platforma Evîndarên Pêxember îsal wek wan salên din bi bernameyeke din a Wîladeta Pîroz derkevin hemberî xelkê xwe. Xweda nesîb bike em ê vê yekşemê digel xelkê xwe bin. Em ê îro xelkê bi gulan vexwînin bernamê. Şaxê me ya jinan dê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Welîdîna Jinan û dildarên me yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Heremê ya Êlihê ji nexweşan re gulan belav bikin. Em temamê xelkê xwe vedixwînin Wîladeta Pîroz. Em ê li wê derê  bi bernameyeke xweş li hember xelkê xwe bin.”

Di dema belavkirina gulan de xelk, dikandar,  nexweş û naskiriyên nexweşan û her wiha îdarevanên nexweşxanê eleqeyeke mezin nîşanî kesên ku gulan belav kirin dan û destnîşan kirin ew bi kelecaneke mezin beşdarî wê bernameya ku ew li bendê ne bibin.(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe