Êlihî: Bo azadîya Qudsê divê Misliman bibin yek

Xelkê Êlihê yê ku qerara Amerîkaya emperyalîst a derbarê Qudsê de nirxandin diyar kirinbo azadîya Qudsê divê Misliman bibin yek pêkve hereket bikin.

Weke ku tê zanîn ji teref  Serokê Amerîkaya emperyalîst Donald Trump ve Quds wek paytexta sîyonîstên îşxalker hat naskirin. Ji ber vê qerara ku hat dayîn li seranserê alema Îslamê ji qerarê bertek nîşan dan. Ji van bertekan bertekek jî ji teref Êlihîyan ve hat nîşandan. Êlihîyên ku derbarê mijarê de axivîn diyar kirin  bo azadîya Qudsê divê Misliman bibin yek pêkve hereket bikin.

Êlihî derbarê mijarê de wisa axivîn:

Tahir Yildiz:  Em li dijî qerara Amerîka ne, di nav Mislimanan de problema pêkve hereketnekirinê heye.

Arab Çoban: Hetanî ku Quds azad bibe divê Mislimana di halê seferberîyê de bin.

Mehmet Atalay:  Înşaallah ev qerara ku hatiye dayîn dê bibe wesîleya yekîtîya Mislimanan.

Mehmet Ertaş: Quds a Mislimanan e.

Muhyeddîn Beycan: Quds paytexta Mislimanan e.

Çetîn Kara:Bi izna Xwedê dê Quds ji sîyonîzmê rizfar bibe.

Hamza Aydin: Bo azadîya Qudsê ger pêwîst be divê cîhad bê kirin.

Usame Işik: Divê Misliman wek azayên wûcidekê hereket bikin.

Veysî Yalçin: Xweda belaya dijminan bide.

Ramazan Çinar: Quds a Misliman û Îslamê ye.

Nureddîn Beyca: Bo azadîya Qudsê divê cîhad bê kirin, em Amerîka şermezar dikin û Quds ne peytexta îsraîl e.

ÎLKHA






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin