Elmanya Ji Sunnetê Re Got Erê

Meclîsa Federal Ya Elmanya Qirara Qanûnîbûna Sunnetê Qebûl Kir

Berî niha li Elmanya hinek partiyên çep û mehkemên mehelî, dixwestin ku li musluman û Yahûdiyan sunnet yesax û qedexe bibe. Feqet meclîsa federal li ser vê merselê sekinî. Li meclîsê, ray û dengdana xebata qanûnîbûna sunnetê hat kirin.

Xeberan diyar kir ku li meclîsa Federal ya Elmanyayê, qirara qanûnîbûna sunnetê, di dengdanê de, bi hejmareke mezin hatiye qebûl kirin. Di ray û dengdanê de, hew hinek wekîlên partiyên çep li ber qirarê sekinîn. Hinek wekîl jî bêqirar man. Lê qirar, bi hejmareke mezin hat qebûl kirin.

Wekîlekî partiya yekîtiya Filleyên Demokrat Gunter Krîngs, der barê sunnetê de wiha got “Sunnet li seranser dinyayê hatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê xwestekên Musluman û Yehûdiyan, cîddî bêdîtin. Em dixwazin şert û mercên heyatê ji bo musluman û yahûdiyan, neyê zor û girankirin. Em dixwazin sunnet bi îzna aîlan û li gor qaîdên tibbê bê kirin.”

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin