Elon Musk, heqê “tîka şîn” daxuyand

Xwediyê nû yê Twitterê Elon Musk ragihand ku êdî ji bikarhêneran re mehê 8 dolar ji bo tîka şîn a ku di hesabên xwe yên Twitterê de tê bikar anîn wê bê girtin.

Musk ji hesabê xwe yê Twitterê, ku xwediyê wê ye, daxuyaniyek da, ji bo sembola şîn a ku hesabên pejirandî yên li ser Twitterê nîşan dide, heqeq destnîşan kir.

Musk weha got, "Sîstema Twitterê ya niha ya axa û gundiyan, bi nîşana şîn an bê nîşanek şîn, pûç e. îqtîdara gel! Mehê 8 dolar şîn."

Musk destnîşan kir ku bihayê navborî dê li gorî hêza kirînê ya welatan were sererast kirin, Musk got ku bi heqê mehane ya 8 dolarî, dê derfeta bersivdayînê, behskirin û lêgerîna pêşîn, parvekirina pelên vîdyoyî an dengî yên dirêjtir û ji bilî vê, ew ê bi reklamên kêmtir re rûbirû bibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn