Berdevka Wezareta Karên Derve ya Îranê Merzîye Efham, da zanîn ku xeberên ku dibêjin Îranê di meseleyên İraqê de bi Emrîkayê re hevkariyê dike derew in.
Di beyana kurt ya ku ji aliyê Efhamê ve ji medyayê re hat şandin de weha hat gotin: “Me tewra xwe ya di vê mijarê de berî niha îlan kiribû, xeberên di vî warî de ne rast in.”
Beşa farisî ya BBCyê do îddîa kiribû ku Îranê li ber DAÎŞê qebûl kiriye ku bi Emrîkayê re hevkariyê bike.