“Em bi qasî keda xwe qezenc nakin”

Kêsên ku li Rihayê di bin wê germahiya zêde de karê zûwakirina firingiyan dikin destnîşan kirinew bi qasî keda xwe qezenc nakin û ji ber vê yekê jî ew dixwazinfabrîkayeke ku ew karibin mehsûlên xwe lê bifiroşin bê damizrandin.

Cotkarên ku li Gundê Carciyê ku 7 kîlometreyan ji Sîweraka Rihayê dûr e cotkariyê dikin hewil didin di bin wê germahiya havînê de firingiyan zûwa bikin û bifiroşin. Cotkar piştî ku bi sed zehmetî firinigiyan zûwa dikin ûbi firotina wan debara xwe dikin derheqê mijarê de diyar kirin  ew piştî ku firingiyan dikin du şeq û bi xwey dikin re wan dideynin ber tavê û zûwa dikin, cotkar dû re jî van firingiyên zûwakirî li Îzmîrê difiroşin febrîqayan.

Cotkarê bi navê Mehmet Îren ê ku derheqê mijarê de nirxandinan kir wiha got: “  Ev bû 5-6 sal ku ez bi karê firingiyan mijûl dibim. Em salê 300 ton firingî berhev dikin û dema ku em wan zûwa dikin nêzî 25-30  ton firîngiyên zûwakirî derdikeve. Van firingiyên ku em li vê derê zûwa dikin ji ber ku em nikarin li Sîwerekê bifiroşin, em ji naçarî berê xwe didin Îzmîrê û ji ber ku tû naskiriyên me li wê derê tune ye em bi erzanî difiroşin. Dû re em hisabê dikin û em lê dinêrin ku em zorê mesrefên karkeran derdixin.

 “Ger li van deran fabrîqa hebana em mehsûlên xwe bi heqê wê firotibana”

Îran di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi fabrîqayeke ku dê li navçê bê damzirandin ew ê mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger li navçê fabrîqayek hebana, em mecbûr nediman derkevin derveyî navçê û malên xwe bi erzanî bifirçoşin. Fabrîqa hebana ew ê feydeya wê hebana. Em bang li kesên rayedar dikin, lê dengê me ji wan re naçe. 12 parlementerên me hene û ew jî lawên cotkaran in û hemû kes jî halê me dizane. Em li vê derê perîşan in. Em li vê derê ji 05.00ên şeveqê hetanî 21.00ên êvarî dixebitin. Ger li van deran fabrîqa hebana  em ê mehsûlên xwe ji naçarî bi erzanî nefirotibana.”

Karkera bi navê Zeynep Îren jî derbarê mijarê de diyar kir ew bi rojan dixebitin û rojane 40 TL bi dest dixin ku ev qezenc ne li gor keda wan e.

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe