Gormez wiha dest bi xutbeya xwe kir: “Birayên min ên ezîz! Îna we mibarek be.Hemd ji Xwedê Teala re ku îro kire nesîbê me em Cizîra ku xwedîyê izzet, şeref û serbilindiyê ye werin ba hev.”
Gormez di berdewama axavtina xwe de qala dîroka Îslamî ya Cizîrê û şexsîyetên muhîm ên ku ji Cizîrê derketine kir û dûvre di derbarê geşedaniyên van demên dawî de yên ku li Cizîrê rû dane kir.
“Ketin malên we û malên we hatin tahrîpkirin.”
“Cizîriyên ezîz! Ey însanên bajarê Nûh! Ey hemşehriyê Hz. Nûh! We di van wextên dawî de gelek xemgîn bûn.Ketine hindurê malên we û malên we tahrîp kirin.We di van kolan û sikakên Cizîrê yên ku diviyabû bi ilm û îrfanê hatibana dagirtin gelek zêde êş û elem kişand.Kefaret be.Xweda Teala we û milletê ji temamê neqencî û nebaşiyan muhafize bike.”
“Heger em li hevdû xwedî derkevin wê demê em dikarin biratiyê îkame bikin”
Gormez di berdewama axavtina xwe de ayata ‘ Ey Însano! Me we ji mêr û jinekê afirand.Me we bi şiklê şube û qabîle ji hev veqetand da ku hûn hevdû nas bikin…’ bi bîr anî û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda Teala me anî dinyayê ne ji bona ku em hevdû înkar bikin, ne ji bona ku em ziman û dînê hevdû înkar bikin.Me anî dinayayê da ku em hevdû nas bikin… Heger em hevdû nas bikin, bi bawerî û şûira ummetê hereket bikin, qedr û qiymet bidin hevdû û heger em li hevdû xwedî derkevin û ya herî girîng di bawerîya ummetbûna pêxember de tevbigerin wê demê em dikarin biratiyê îkame bikin.”
Gormez di dawiya axavtina xwe de diyar kir em bi wan sloganên azadiyê yên sexte neyên xapandin.(ÎLKHA)