“Em di warê peydakirina gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin”

Malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê lu Qabilcewza Diyarbekirêhewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin û niha li benda alîkariyê ne.

Hat ragihandin malbata Çetînbaşê ku ji 9 nefsan pêk tê li gundika Vijnanka gundê Versengê ya Qabilcewza Diyarbekirê  hewil dide di malake axî ya bi 2 ode bijîn diyar kirin ew di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin. Kesên ku rewşa elemnak ya malbatê dibînin dilê wan dişewite. Malbat  niha li benda alîkariya rayedar û xêrxwazan e.

Malbat debara xwe hewil dide bi 150 lîreya arîkariya zarokan bike

Mezinê malbatê Mîrza Çetînbaş derheqê mijarê de diyar kir ew li benda alîkariyê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di warê peydakirine gezik nan de jî zehmetiyê dikşînin, ez nikarim ji bo zarokên xwe nan peyda bikim. Perê ku tê ber destên min tenê 150 lîreya ku dewlet serê du mehan carekî dide ye. Ji Xwedê pê ve ti kesî me tuneye. Min serî li gelek deran da; lê belê ti kes îş neda min. Dewlet ji me re nabe alîkar. Carinan cîranên min ji min re dibin alîkar û xwarnê tînin. Em êdî şerm dikin ji wan re her caran bibêjin em birçîne. 5 zarokên min mektebê dixwînin. Ez zehmetiyê dikşînim.”

Zarokên malbara Çetînbaş jî teleb dikin ku rayedar û xêrxwaz ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe