Ji ber minasebeta 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdarên Dinyayê astengdarên Êlihî yên ku di Heftiya Astengdaran de qala zehmetî û mişkîleyên ku ew dijîn kirin destnîşan kirin divê ew ne tenê rojekê her roj di bîran de bin û ew dixwazin ku di her qada jiyanê de hebin.
Serokê Şaxa Êlihê yê Komeleya Astengdarên Korbûnê yên Tirkiyê Adnan Sapanci di derbarê mijarê de diyar kir divê êdî kesên astengdar wek perçeyeke civakê bên qebûlkirin û divê kesên rayedar astengên di warên qamû û fîzîkê de ji bîr nekin.
Sapanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên astengdar nexasim di warê fîzîkî de gelek zêde zehmetiyê dikşînin û wiha got: “ Di serê van zehmetiyan de veguhastin tê. Li bajêreke ku lê veguhastin û têkilî tune be qala jiyana civakî nikare bê kirin. Em mucadeleya vê yekê didin Lê mixabin qasî di vî warî de bêxem in. Her tim astengên burokratîk derdixin pêşiya me.”
Serokê Komeleya Qluba Sporê û Parastina Astengdaran a Temamê Jiyanê yê Êlihê Vedat Çoban jî di derbarê mijarê de diyar kir astengdarên me ji ber mişkîleya veguhastinê nikare li mizgeftê îbadeta xwe bike û wiha pê de çû:” Mişkîleyên me yên mîna bilindbûna payerêyan, li ber payerêyan parkkirina wesayîtan û yên mîna van hene. Em ji rayedaran teleb dikin ku bila van mişkîleyan çareser bikin.”(ÎLKHA)