“Em dixwazin ku mifredatekî lihevhatî were amadekirin”

BIDLÎS - Nûnerên STKyan di derbarê mifredata nû ya Wezîrtiya Perwerdehiya Neteweyî de nirxandin kirin. Wan destnîşan kirin ku ew dixwazin bila mifredatekî lihevhatî were amadekirin.

Nûnerên STKyan ên ku di derbarê mifredata nû ya Wezîrtiya Perwerdehiya Neteweyî de nirxandin kirin destnîşan kirin ku ew dixwazin bila mifredatekî lihevhatî were amadekirin û wan diyar kirin ku ew li welatekî Misliman dijîn. Ji ber vê yekê ew naxwazin ku mifredatekî li dijî baweriya wan were amadekirin.

Alîkarê Srokê Giştî yê Diyanet-Senê Cebraîl Yakişir û Srokê Egîtîm-Bîr-Senê yê şaxa Bedlîsê Cabîr Durak di derbarê mifredata nû ya MEBê de nirxandin kirin. Wan destnîşan kirin ku ew mifredatekî ya ku gor baweriya wan dixwazin.

Alîkarê Srokê Giştî yê Diyanet-Senê Cebraîl Yakişir diyar kir ku ewmifredatekî gor bawerî û nirxên civakê dixwaze .

“Pêwîst e ku di pirtûkên me yên dersan de xalekî ya ku li dijî nirxên me me tunebe”

Yakişir wiha pê de çû: “Dema em li pirtûkên xwe yên dersan mêze dikin him ji aliyê dîmenan ve û him jî ji aliyê nirxên me ve divê ku gor nirxên em bibin. Hinek dîmenên ku em di pirtûkên dersan de dibînin rastî jî hişên zarokên me bi şiklekî cûda qenalîze dikin. Kesayetên zarokan bi vê şiklê wek zanîn an jî nezanîn hewl hatiye dayîn ku pêk were. Pêwîst e ku di pirtûkên me yên dersan de xalekî ya ku li dijî nirxên me me tunebe.”

Yakişir axavtina xwe wiha domand: “Civaka me ji sedî 99ê wê Misliman e. Divê mifredata dersê ya vê welatê di vê bergehê de were amadekirin. Pêwîst e ku her cûr fikir û ramanên ku li dijî kesayetê û nirxên me ne ji mifredatê were derxistin. Dema ku xwendekar li mifredatê mêze dikin divê bi mifredata ku ji nû ve dê medeniyeta me ya kevin têxe hereketê bibîne. Em mecbûr in wê bidin zarokên xwe.”

“Pêwîst e ku dawî li perwerdehiya tevlêhev were”

Yakişir ragihand pêwîst e ku dawî li perwerdehiya qîz û kur tevlêhev in were. Dûvre Yakişir wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku dawî li perwerdehiya tevlêhev were. Hûn ji vê yekê re bibêjin azadî û demokrasî. Heta bibêjin gor tercîha kesan hêştine. Ez naxwazim li ser vê yekê biaxivim. Lê di nav pergala mewcûd de ciwanên ku balix bûne dema ku hûn zarokên me yanê yên ku cinsiyeta wan ji hev cûda ne cem hev bidin runiştandin hûn div an dersan de çi qas qala tiştên baş bikin, qala dersa dînê bikin ji ber ku çaxê ew ji freqansên cuda bandordar dibin ew guhdariya we nakin.”

Srokê Egîtîm-Bîr-Senê yê Bedlîsê Cabîr Durak diyar kir ku bernameya mifredatê ji raya giştî ya Tirkiyê re hatiye diyarkirin. Ev yek geşedanekî baş e. Durak diyar kir ku ew dê di vê pêvajoyê de çi ji destê wan were bikin.

“Qenckirina mifredatê me kêf xweş kiriye”

Durak bal kişand heke ku di nav pêvajoyê de mifredatekî ji nirxên civakê dûr were amadekirin dê ev ji bo zarokên ku temînata pêşerojê ne bibe pirsgirêk. Dûvre Dûrak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê qenckirina mifredata nû ya ku ji teref wezîrtiyê ve pmk were me pir kêfxweş kiriye.”

Durak wiha pê de çû: “Em ji dil 3 unsurên wekê perwerde, mamoste, xwendekar bi şiklekî rast bikar bînin înşaellah dê em ji zarokên me re nirxên baş bihêlin. Dê em xwendekaran bi mamosteyan bigihînin pêşerojê. Heke xwendekarên me bi mifredatekî rast û mamoste jî vê mifredatê di wextekî rast û ciyekî baş bikar bînin dê bibe wesîla bingehê ya ji bo pêşeroja me.”

Durak di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê mifredata ku dê pêk were li dijî fitretê nebe. Her wiha Durak destnîşan kir ku wan wek Egîtîm-Bîr-Sen tu wextî piştgirî nedane hişmendiya zext û yekparêz. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye