Li navçeya Şahînbeya Entabê Navenda Tibê ya Înayet Topçuoglu ya Şaredariya Mezin beriya salekî hat asêkirin. Nişteciyên taxê yên ji vê rewşê re bertek nîşan dan diyar kirin ku ku ew dixwazin ku navenda tendirustiyê ji nû ve têkeve xizmetê.
Nişteciyên Taxê diyar kirin ku navenda tendirustiyê bûye cî û warê tiryakkêşan. Ji ber ku ev navend nehatiye bikaranîn bûyê qirşgeh.
Mixtarê Taxa Cabî Suleyman Gunduz diyar kir ku 5 navendên tendirûstiyê ji ber ku hatine girtin dema hemwelatî nexweş dikevin diçin ciyên dûr.
Gunduz wiha diyar kir: “Ji ber ku navenda tendirustiyê hatiye asêkirin bûyê ciyê qirşan. Em dixwazin ev avahiya ku carinan tiryakkêş ji xwe re dikin cî û war dûbare xizmetê bide. Bi asêkirina navendên tendirustiyê nişteciyên 5 taxan mexdûr bûn. Nexweşxaneya me ji teref şaredariyê vê ht asêkirin. Tixtorên ku di nexweşxanê de wezîfedar bûn çûn nexweşxaneyên din.”
“Şaredariyê soz da min lê nehat”
Gunduz diyar kir ku zarok, pîr û kal nikarin biçin navendên tendirustiyê yên dûr. Dûvre Gunduz wiha diyar kir: “Extiyar, malbat û zarokên me nikarin herin navenda tendirustiyê ya li Taxa Turktepeyê. Mirov dibêje qey ev tax bê xwedî ye. Li vir ji me re lazim e. Dibe ku bibe navenda tendirustiyê. Dibe ku wek Navenda Tibê ya Înayet Topçuoglu bimîne. Em bes tixtorên xwe dixwazin. Daxwaziyeke me ya din tune.”
Her wiha Gunduz diyar kir ku ev navenda tendirustiyê bûye cî û warê tiryakkêşan. Dûvre Gunduz wiha pê de çû: ‘Ji salekî zêde ye ku vira girtî ye. Heke hemwelatî min hilbijartine û anîne vê meqamê divê ku ez pirskirêkên wan bidim çareserkirin. Dayîkekê me ya pîr heye. Wek mixtar ez dixwazim ku vira ji nû ve were vekirin. Dê ciwanên taxê van qabloyan wek sifir bifroşin. Dê wê çaxê zirarê bibîne. Heyf e. Wira wekê bîraxaneyê ye.”
Ji nişteciyên taxê Memîk Kutaş diyar kir ku ew dixwazin bila ji nû ve ev navenda tendirustiyê were vekirin. Navenda tendirustiyê ya ku çendîn sal bû xizmatê dida hatiye girtin. Wek niştecî ew wateyeke nadin vê yekê.
“Gel mexdûr e, nizane çi bike”
Kutaş wiha diyar kir: “Ev der wek binkeya tendirustiya taxên Yazicik, Cabî, Turktepe, Bekîrbey û Bostanci çendîn sal bû ku xizmatê dida. Lê nayê zanîn ku bi çi binasiyê vê girtine. Rastî gel mexdûr e, nizane çi bike. Însanên extiyar nikarin derkevin jorê. Li vir resmen bûyê ciyê qirş û qalan. Bûye ciyê tiryakkişan. Em dixwazin ku ev navenda tendirustiya me ji nû ve vebe.”
Erdal Sunnuoglu jî diyar kir ji ber ku ew der hatiye asêkirin ew pir xemgîn in. Dûvre Sunnuoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em tiryakkêşan ji vir dixin der. Derdikevin banê avahiyê talan dikin. Vira berê baş dixebitiya. Ji ber ku extiyarên me nedikarîna biçin nexweşxaneyê dihatin vir. 5 tax ji vê derê faîde didîtin. Vira ji bo me pirr girîng bû. Wek nişteciyê taxê em dixwazin ku vira demildest were vekirin.”
Ji nişteciyên taxê Behiye Taş jî diyar kir ew mecbûr in biçin binkeya tendirustiyê. Ji ber ku dûr e ew mexdûr dibin. (ÎLKHA)