Em dixwazin ku rêyên me bên çêkirin

Nişteciyên gundê Palanliya ku 7 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e daxwaza çêkirina rêyên gundê xwe kirin.

Muxtarê gund ê ku li ser navê gundîyan daxwaz û gilîyên gundîyan anî zimên derbarê mijarê de diyar kir nexasim dema baran dibare rêyên gundên wan tev dibin herî û bang li rayedaran kir da ku rêyên wan bên çêkirin.

Omerê Çîlê Muxtarê gund di axavtina xwe de diyar kir binesazî û problema avê hatiye çareserkirin û dû re wiha got: “ Em niha dixwazin ku rêyên me çêbikin. Di zivistanê de tev dibin herî, millet azarê dikşîne. Ger dewlet van rêyan çêneke em nikarin bi derfeta xwe çêbikin. Em ji dewletê alîkarîyê teleb dikin. Gundî her tim pirs dikin ka çibû, çawa bû? Di ser de jî li gund xwendekar hene ku rewşa me xiraptir dibe.”

Çîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew naxwazin xwendekar dema ku çûn mekteba xwe zehmetîyê bikşînin û xwest ku rêyên wan bê çêkirin.

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin