“Em dixwazin pêwendîyên me bi Tirkîyê re weke berê bin”

Serokwezîrê Birêveberîya Kurdistana Iraqê Neçîrvan Barzanî destnîşan kir ew dixwazin pêwendîyên me bi Tirkîyê re weke berê bin.

Neçîrvan Barzanîyê Serokwezîrê Birêveberîya Kurdistana Iraqê piştî civîna lijneya wezîran daxuyanî da. Barzanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir pêwendîyên di navbera Birêveberîya Kurdistana Iraqê û Tirkîyê berdewam dikin û got “Di navbera her du terefan de jî her tim rêyên gotûbêjê vekirîne.”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew hêvî dikin û bi rayedarên Tirkîyeyî re hevdîtinê bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Encax niha bo ziyareta Enqerê dîrokek tuneye. Em dixwazin pêwendîyên me bi Tirkîyê re weke berê bin. Tirkîye bo Birêveberîya Kurdistana Iraqê dewleteke muhîm e.”

Barzanî di dawîya daxuyanîya xwe diyar kir  ew bo gotûbêjê amade ne ku problemên di navbera wan û hikûmeta navendî ya Iraqê de bên çareserkirin û destnîşan kir birêveberîya Baxdayê hêj maaşê milyonek û 400 hezar karmendan neşandiye.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin