Em dixwazin xelkê me beşdarî konsera ku dê ji bo yetîman bê tertîpkirin bibe

Li Diyarbekirê dê ji bo êtîman konsera îlahiyan bê tertîpkirin, Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl di derbarê mijarê de destnîşan kir ew dixwazin xelk beşdarî konsera ku dê ji bo yetîman bê tertîpkirin bibe.

Komeleya Yetîm-Derê  dê ji bo feydeya yetîman di 26ê Adarê roja yekşemê di seat 13.00an de konserekê tertîp bike.  Hûnermendên bi navê Ender Tekîn, Muzaffer Guler, Selamî Guneş, Bîlal Guler, Mustafa Altintop, Mehmet Alî Oguz û Koma Tîlloyê beşdarî konserê bibin û îlahiyan dê bi deng  bikin. Konser dê li Salona Sporê ya Girtî ya Seyrantepeyê bê tertîpkirin.

Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl bi endamên çapemeniyê re hat bal hev û di derbarê konsera ku dê bê tertîpkirin de daxuyanî da.  Karavîl di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew armanc kirine bi zarokên yetîm bidin nîşandan ew ne tenê ne. Karavîl her wiha diyar kir divê hemû kes beşdarî vê konsera ku dê ji bo yetîman bê tertîpkirin bibe.

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir li dinyayê zêdetirî 400 milyonî yetîm hene û li Tirkiyê jî nêzî 600 hezar êtîm dijîn.  Karavîl dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Yetîm-Derê di sala 2009an de dest bi fealiyetên xwe kir. Em heta ku ji destên me tê alîkariya kesên di serî de yetîm û bi giştî alîkariya kesên bêkes û feqîr dikin. Em bi vê mebestê ketine rê. Di vê rêyê de dema ku em fealiyetên xwe bi rê ve dibin mişkîleya îqtîsadî derdikevin pêşiya me. Ji ber vê yekê em li benda alîkariya xêrxwazan in. Di vê bergehê de ji bo ku em karibin di nava civakê de şiûr û hesasiyeta yetîman çêbikin em ê konserekê tertîp bikin.”

 “Ji bo feydeya yetîman mirov dikare xebateke hevpar bike”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hewil didin pêdiviyên çandî û civakî yên yetîman tedarik bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li Diyarbekirê mehane ji 550 yetîman re di navbera 70-150 TLyê de alîkariyê dikin. Her wiha li bajêr û navçeyên derdorê jî ji bo yetîman xebatên me hene. Ji ber mişkîleyên aborî yên van pêlên dawî em di warê tedarikkirina pêdiviyên yetîman de zehmetiyê dikşînin. Em di ji bo feydeya yetîman dikarin xebateke hevpar bikin û bi vî awayî  xwedî li dahatûya zarokan derkevin.”

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe