"Em ê bi îzanekê ku pêşanîyê dide edaletê tevbigerin"

Ji bloka namzetên Hur a ku Huda Par piştgirîye didîye namzetê xweser a Edene Salîh Demîr dîyar kir ku ew ê di her qadê de bi îzanekê ku pêşanîyê dide edaletê hereket bikin.

Ji bloka namzetên Hur a ku Huda Par piştgirîye didîye namzetê xweser a Edene Salîh Demîr, dîyar kir ku dema ku ew werin bijartin ew ê  li pirsgirekên xelkê xwedî derbikevin û heta ku ji wan bê ew ê van pirsgirekan çareser bikin.

Namzetê Hur Demîr di derbarê xebatên hilbijartinê de wiha got: “Gelê me yê ezîz ji me wiha pirs dikin ‘Em çima piştgirîyê bidin namzetên Hur? Ew ê namzetên Hur çi bidin me? Bername, proje û armancên wan namzetên Hur çi ne?’ Gelê me di pirskirina van pirsan de heqdar in. Em ji xelkê xwe yên biqedr û qiymet re dibêjin ku em bi rastî namzetên azad in, em ne di bin mineta tu kesî de ne, em li pey berjewendîyê jî naçin. Bi rastî jî em ê biheqê we li xelkê xwe xwedî derkevin.”

Demîr her wiha got: “ Em wek namzetên Hur em ê siyasete ji bo mirovan bikin. Wekî din jî em ê qet derew xeber nedin. Li gel vê yekê em ê her tim li rexê kesên ku rast diaxivin bin. Tiştên ku derew bin ji kî were bila were em ê li hemberî wan bisekinin. Em ê bibin deng û nasnameya xelkê xwe.”

“Di her qadê de em ê bi îzanekê ku pêşanîyê dide edaletê hereket bikin”

Demîr di mijara dema ku werin bijartin de di derbarê tiştên ku bikin de jî wiha got: “ Yekemîn, ji bo Tirkîyeyê gotinên me hene. Duyemîn , ji bo navê muhelafata Îslamî gotinên me hene. A sêyemîn jî  li ser çareserîya pirsgireka Kurd gotinên me yên girîng hene.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin