Em ê çêkirina berhemên ku tê de eşqa Pêxember hene bidomînin

Hûnermendên îlahiyan ên ku beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin bûn di derbarê bernameya Wîladeta Pîroz de hest û ramanên xwe vegotin, hûnermendan diyar kirin ku ew ê çêkirina berhemên ku tê de eşqa Pêxember hene bidomînin.

“Em ê eşq û muhabbeta Hz. Muhammed bi ezgiyan hînî xelkê bikin”

Hûnermendên bi navê M. Alî Oguz, Ozcan Atsat, Bîlal Guler û Remzî Esmer di derbarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi sedhezaran kesî hat tertîpkirin bûn di derbarê mijarê de diyar kirin em wek Ozlem Ajansê endamê Platforma Evîndarên Pêxember in, em bi dengkirina merş û îlahiyan ser bilind in,  em ê eşq û muhabbeta Hz. Muhammed bi ezgiyan hînî xelkê bikin, heta ku ji destên me hat em ê çêkirina berhemên ku tê de eşqa Pêxember hene bidomînin, em ji beşdarbûna vê bernamê gelek şad û bextewar in.

“Bi rastî jî ji ber vê dîmena ku ez wê dibînim dilzîz dibim”

Hûnermend Ender Tekînê ku cara ewil beşdarî bernameyê bûye jî di derbarê mijarê de diyar kir bi milyonan însan bi hev re eqş û muhabbeta Hz. Muhammed bi deng dikin ku ev yek jî mirov bi kelecan dike. Tekîn dû re wiha got: “Derdoreke pir xweş e, bi rastî qelebelixeke muazzem heye, ez parîkek şaş mame. Lê bi rastî jî ji ber vê dîmena ku ez wê dibînim dilzîz dibim. Ez pir bi heyecan im, li vê derê bûyîn nayê îfadekirin. Diyarbekir îro pir xweş e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe